Ji HPGê û Wezareta Berevaniya Tirkiyê têkildarî operasyonan daxuyanî

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniya Tirkiyê kuştina leşkerekî wî welatî li navçeya operasyona Pence-Kilîd di nav sînorê Herêma Kurdistanê de ragihand. Baskê çekdarî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) jî nasnameya du gerîlayên xwe aşkere kir ku li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, leşkerekî birîndar ê wî welatî ku roja 6ê Tebaxê li navçeya operasyona Pence-Kilîd a li dijî PKKê, ji ber dijwariya birînan canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku leşkerê bi navê Mustafa Demir ku 6ê Tebaxa 2022an di encama teqîna teqemeniyekê de ku berê ji aliyê PKKê ve li herêma "Operasyona Pence-Kilîd" hatibû bicihkirin bi giranî birîndar bûbû, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gulhaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Li aliyekî din, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê, nasnameya du gerîlayên xwe aşkere kir ku di şer û pevçûnên li dijî hêzên Tirkiyê de li nav axa Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya HPGê de tê gotin, Cansel Dursun a bi navê kod Gûven Doza û Rakip Kuşlu ê bi navl kod Vorîn Qesasê Welat di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dane.

HPGê ragihandiye, Cansel Dursun xelka parêzgeha Kocaelî ya Tirkiyê û Rakip Kuşlu ji Amed a Bakurê Kurdistanê bûye.

 

 

HPG diyar kiriye, her du endamên wê di Tîrmehê de (meha derbasbûyî) jiyana xwe ji dest dane.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsanê ve li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li Herêma Kurdistanê li dijî PKKê operasyoneke nû a bi navê "Pençe Kilîd" dabû destpêkirin.