Li Girkê Legê ji bo zarokên bi penceşêrê ketine navendek hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Girkê Legê Rojavayê Kurdistanê keçek bi navê Lîna Mîrza bi drûşma “Em Hêviyê diçênin, da ku êşan nehêlin” navendek ji bo zarokên ku bi Penceşêrê ketine vekiriye û ev 3 meh in kar dike.

Bi vê diruşma "Em Hêviyê diçênin, da ku êşan nehêlin" û bê beramber Lîna li gel hejmarek xwebexşên li bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê li navendek zarokên nexweşên penceşêrê kar dikin. Armanca wan ew e ku dilê zarokan xweş bikin û barê giran ê rewşa jiyanê li ser wan sivik bike.

Navend ji 25 meha Adara îsal ve hatiye vekirin, Lîna bi hevkariya hevalên xwe, çareseriyê derûnî ya zarokan dike, ew jî bi ken û girnjînê westiyan Lîna û hevalên wê xelat dikin.

Rêvebera Navenda Fereh Lîna Mîrza dibêje “Ev yekem navend bû li navçeyê û alîkariya derûnî ji bo nexweşên penceşêrê pêşkêş dike û guvaşên derûnî li ser wan sivik dike. Navenda me bê beramber e. Em tîmeke xwexş in û ji bo van zarokan kar dikin. Niha 15 zarok mli cem me hene, em çalakiyên dilxweşker yên cuda pêşkêş dikin, em kar li ser behreyên zarokan dikin û hewl didin guvaşên derûnî li ser wan sivik bikin. Armanc ji navendê dilxweşkirina zarokan e.”

Li navendê çalakiyên cuda yên fêrkirin û pêşxistina şiyanên zarokan têne rêkxistin. Niha li navendê 15 zarok ji gund û navçeyên cuda weke Meşoq, Dêrikê, Girkê Legê û Til Koçer hene. Navend di ware darayî de ti alîkariyeke madî ji ti kesekî yan jî aliyekî wernagire û ew xwebexş bixwe yan jî bi rêya xêrxwazan çalakiyên wê finance dikin, bi hêvî ne her kes û aliyek li gor şiyanên xwe di dilxweşkirina zarokan de beşdar be.

Çalakvan Barîn Hisên “Em vê nexweşiyê li ser wan sivik bikin, em li ser rewşa wan disekinin. Em bi wan re lîstikan dilîzin. 6 meh in me ev navend vekiriye, em dixwazin dengê van zarokan bigihê cîhanê. Em alîkariya wan bikin, bi destên wan bigirin.”

Beşek ji van zarokên nexweş sêwî ne û hinek ji wan pêwîstiya wan bi neştergeryan heye ,lê hejarî û nebûna piştevaniya darayî ji bo navendê rêkir e li ber çareseriya van bê gunehan çavên wan jî li benda alîkariya kesên xêrxwaza daku êşa wan bi hêviyan biçîn e.