Eymen Ebdulnûr: Ewropayê biryar daye li Sûriyê di warê mirovî de peywendî hebin

10-08-2022
Hisên Omer
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Netewên Yekbûyî Yekîtiya Ewropayê Sûriye Eymen Ebdulnûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke hevbeş a Ewropî û karûbarên mirovî ya navdewletî ji bo cara yekemîn piştî 11 salan serdana Sûriyê dike. Serokê Rêxistina Sûriyên Xiristiyan Eymen Ebdulnûr diyar kir “Yekîtiya Ewropa biryar daye ku tenê di warê mirovî û alîkariyê de ew qutkirina pêwendiyan bên sivikkirin.”

Şanda Yekîtiya Ewropa ji bo Sûriyê ragihand ku serokê wê şandê Dan Stoenescu, li gel Berpirsê Karûbarê Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê, Imran Reda serdana Sûriyê kirine û çûne bajarên Heleb, Hums û Hemayê.

Li balefirxaneya Helebê ya Navdewletî şandeke hevbeş ku ji serokê şandeya Yekîtiya Ewropa Dan Stoenescu û  Berpirsê Karûbarê Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Imran Reda pêkhatibû daket û serdana çend navçeyan li Sûriyê kir.

Ji sala 2011ê ve, ji bo cara yekemîn şandeke Ewropî serdana Sûriyê dike.

Ji Washingtonê siyasetmedarê Sûrî, Serokê Rêxistina Sûriyên Xiristiyan ji bo Aştiyê Eymen Ebdulnûr ji Rûdawê derbarê girîngiya vê serdanê de axivî.

Serokê Rêxistina Sûriyên Xiristiyan Eymen Ebdulnûr dibêje "Serdana şanderê Ewropî bo çend navçeyên li jêr destê hikûmeta Şamê ne cihê matmayinê ne, ew serdan ligel nûnera Bernameyê  Xwarinê ya Neteweyên Yekbûyî bûye ku baregehê li Romayê ye û diyar e ku hikûmeta Îtalî di warê mirovî de dilê wê li ser xelkê ye û dixwaze sizayên aborî bên sivikkirin."

Ebdulnûr red kir ku ti rehendên siyasî yên vê serdanê heb in û ji Rûdawê re nehêniyek di vê derbarê de aşkere kir.

Eymen Ebdulnûr got jî "Min di dema geşta xwe ya Ewropayê de bihîst ku serokên kenîseyên ku serdana Şamê kiribûn nameyek ji bo serokê Komsyonê re şandibû, û di meha adarê de, şandereke şandibû Şamê, û ez zanyariyeke nehênî ye bo we aşkere dikim. Wî di rapora xwe de gotibû rewşa xelkê pir pir xirab e. Xelk bê xwarin, av, elektirîk û keresteyên xwarinê ne. Lewma diyar e ku Yekîtiya Ewropa biryar daye ku tenê di warê mirovî û alîkariyê de ew qutkirina pêwendiyan bên sivikkirin. Lewma dibe ku hin seredanên din jî bên kirin."

Di dema serdanê de Omran Rîda got, pêdawîstiyên mirovî li Sûriyê zêde dibin ji ber ku hîn kirîza wî welatî bidawî nehatiye. Herwiha Rîda diyar kir ku pêwîst e piştevaniya veberhênanê bê kirin da ku rewş baştir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst