Di operasyona Pence-Kilîd de leşkerekî din ê Tirkiyê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li navçeya “Operasyona Pençe-Kilîd” a di nav axa Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan ji aliyê gerilayên PKKê ve hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, îro 10ê Tebaxa 2022ê li navçeya “Operasyona Pençe-Kilîd” li nav axa Herêma Kurdistanê leşkerê wan yê bi navê Mahsun Şimşek ji Semsûra Bakurê Kurdistanê ye, di encama, gulebarana gerilayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatiye kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîl kir û operasyon heta niha berdewam e.

Operasyona “Pence-Kilîd”, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.