Agir bi Çiyayê Cûdiyê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Cûdî yê li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke nehat zanîn agir derket.

Li nêzîk gundê Hesena ya ser bi navçeya Silopiyê ya Şirnexê ve, li quntara Çiyayê Cûdî, ji ber sedemeke nehat zanîn agir destpê kir.

Li Çiyayê Cûdî her sal bi hinceta operasyonên leşkerî daristan tê şewitandin û ji bo midaxeleyê destûr nayê dayîn. Ji aliyê din birîna daran li Çiyayê Cûdî û herêmên din ên Şirnexê berdewam e û tevî hemû bertek û nerazîbûnanjî birîna daran nehatiye rawestandin.

Darên li herêma Şirnexê tên birîn, bo bajarên rojavayê Tirkiyê tên firotin, lê berpirsên dewletê bi ti awayî eşkere nakin, ku dar ji aliyê kê ve û ji bo çi têne birîn.