Li Kerkûkê 7 tawerên elektrîkê hatin teqandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li sînorê parêzgeha Kerkûkê, heft burcên elektrîkê hatin teqandin û ji ber wê yekê elektrîk li ser hin navçeyên başûrê parêzgeha Kerkûkê qut bû.

Kompaniya Giştî ya Veguhestina Elektrîkê ya Bakur îro li ser hesaba xwe ya Facebookê ragihandiye, “Xeta veguhastina elektrîka 400 KV li Kerkûkê rastî karekî têkderane hatiye.”

Çavkaniyekî ji nav vê kompaniyê ji Rûdawê re got, “Tawerên jimare 122, 125, 126, 127, 128, 129 û 130 di nûtrîn kiryara terorîstî de bi bombeyan hatine teqandin û bûye sedema qutbûna elektrîkê li nahiyeya Riyaz û beşek ji nahiyeya Reşad.”

Li gor heman çavkaniyê, piraniya êrişên ser tawerên elektrîkê li Iraqê di dema şev de tên encmadan û “tawerên elektrîkê yên li parêzgehên Diyale, Selahedîn, Kerkûk û Neynewa (Mûsil) rastî zêdetirîn bûyerên terorîstî tên.”

Çavkaniyê navorî ji Rûdawê re destnîşan kir, “Îsal zêdeyî 90 bûyerên teqandina tawerên elektrîkê hebûne û wan êrişan bi milyonan dolar zirar li tora elektrîkê ya Iraqê dane.”

Di 5ê Tebaxê de jî Wezareta Eelektrîkê ya Iraqê diyar kiribû, li parêzgehên Selahedîn, Kerkûk û Neynewayê êrişî ser tawerên elektrîkê hatiye kirin û di nava 48 demjimêran de zirar gihîştiye 13 burcên elektrîkê yên li wan parêzgehan.

Li gor daxuyaniya wê wezaretê, êvara Çarşemê 4ê Tebaxê xeteke elektrîkê ya Kerkûkê bi bombeyên vedayî hat armanckirin û di encamê de 5 burc zirar dîtin û şandina elektrîkê di navbera parêzgehên Kerkûk û Neynewayê de qut bû. Wezaretê herwiha da zanîn, li Samera û Tikrîtê jî êrîş li dijî xetên veguhastina elektrîkê hatine kirin.

Wezaretê da xuyakirin, “Wusa dixuye ku endamên terorîst ên têkder bi rêya armanckirina xetên veguhestina elektrîkê bi mebesta rawestandina projeyên Wezareta Elektrîkê û qutkirina sîstema niştimanî û veqetandina parêzgehan ji hev pir pêş de çûne, ku ev nexşeyek eşkere ye û dê bibe. Bi biryardarî toleransa li gel têkderan nayê qebûlkirin.”

Hêj ti aliyekî berpirsyariya êrîşa vê carê ya bo ser tora elektrîkê ya Iraqê li xwe negiritye, lê pêştir DAIŞê çend caran ragihandibû ku êrîşî burcên veguhastina elektrîkê li hin navçeyên Iraqê kiriye.

Êrişên destpêka vê havînê yên li ser stûnên elektrîkê bûn sedema qutbûna elektrîkê li ser mîlyonan welatiyan li navend û başûrê Iraqê, ew jî di demekê de ku pêleke xurt a germê tevahiya Iraqê daye ber xwe.

Grûpa Dewleta Îslamî (DAIŞ) pêştir berpirsyariya bi dehan êrîşên li ser tora elektrîkê ya Iraqê girtiye ser xwe û gef li binesaziyên din ên girîng xwariye. Hêzên ewlekarî yên Iraqê ragihandine ku wan gelek hewildanên din ên bo teqandina xetên veguhastina elektrîkê li navçeyên cuda yên welat pûç kirin.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş, General Teysûr Tehsîn Xefacî, roja 4ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihandibû, “Rêxistina terorîstî ya DAIŞê bi armanckirina van xetên elektrîkê hewl dide ku panîkê çêbike.”