Li Qersê 5 endam û rêveberên HDPê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bi ser çend navnîşanan de girtin û 5 endam û rêveberên HDPê bi tometa “endamtiya rêxistinê” desteser kirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, tîmên Şaxa Terorê ya Girêdayî Navenda Ewlakariya Qersê di çarçoveya lêkolîna Serdozgeriya Komarî ya wê parêzgehê de li navçeya Cilawûzê di operasyonekê de bi ser çend navnîşanan de girtine.

Hatiye ragihandin ku di operasyonê 5 endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatine desteserkirin.

Li gor agahiyan di nav kesên desterkirî de serokê navçeya Cilawuzê yê HDPê  Muhendis Katanalp, endamên encûmûna navend û navçeyê  Adnan Çagdavul, Şahin Ili û Ismail T., rêveberê berê yê navenda bajêr Guven Çelik hene. 

Li gor ku medya Tirkiyê dibêje kesên desteserkirî bi tometa "endamtiya rêxistinê" hatine desteserkirin û piştî kontrolên tendirustî bo navenda ewlekariyê hatine vaguhastin.