Li Amêdiyê ji ber şerê PKK û Tirkiyê 10 hezar donim rez û bax şewitîn

10-08-2020
Nayîf Remezan
50 gundên Nahiya Çemankê ji ber êrişan hatin valakirin
50 gundên Nahiya Çemankê ji ber êrişan hatin valakirin
Nîşan Herêma Kurdistanê Tirkiye PKK Çemankê
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Li devera navçeya Amêdiyê ya Duhokê ji ber êrişên Tirkiyê yên bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê, 10 hezar donim zevî heta niha hatine şewitandin, ne Tirkiyê wan cotkaran qerebo dike û ne jî PKK ti alîkariyan dide wan. Herwiha cotakrên herêmê dibêjin bi dehan gund vala bûne û û ew nikarin derbasî nav gund û zeviyên xwe yên bibin û berhemên xwe kom bikin.

Firokeyên şer ên Tirkiyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê sinorê nahiya Çemakê bombebaran kir û 10 hezar donim rex û baxên wê herêmê şewitîn ku ziyanên wê dibe 500 milyon dînar.

Cotkarê li Çemankê Sadiq Sultan ku ji yek wan cotkaran e rez û baxên wî ji ber êrişên Tirkiyê şewitî ye diyar kir ku firokeyên bêpîlot li erdê wî bomberan kirin.

Sadiq Sultan dibêje: “Ez Sibê saet 8:30 li Çelokê di  nav bîstanî de bûm, min hindê dît ku gurmînek hat û min berê xwe daye agir derket. Firokeyeke bêfirokevan bombek li wê dêrê da û agir derket. Em niha nikarin tiştekê jî bikin û 50 milyon dînar ziyana min bû.”

Firokeyên Tirkiyê 18ê Tîrmeha 2020an Gundê Bakbakê bombebaran kir û agir bi rez û baxan ket û ew agir pênc rojan berdewam bûye û bû sedema şewata 10 hezar donim rez û baxan ku zyanîn zêdeyî 500 milyon dînar e.

Cotkar Xelîl Siyarî jî diyar kir ku devereke gelek mezin hatiye şewîtandin.

Di 30 salên derbasbûyî de ji 65 gundên Çemankê ji tirsa êrişan 50 gundê wê hatîne valakirin.

Ji bo zelalkirina ziyanên cotkaran ji aliyê rêveberiya nahiya Çemankê lijneyek hate avakirin.

Derbarê xebatên wê lijneyê de Rêveberê Nahiya Çemankê Elnid Emîr dibêje: “Lijneyeke qerebokirinê ji bo her devara tê bombebaran kirin heye. Ew lijneyên me diçin wan cihên ku hatine bombebarankirin û lêkolînên xwe derbarê ziyanên bûne de dike ku em didin aliyên peywendîdar.”

Li gor Qayimqamê Amêdiyê di sê salên derbasbûyî de bi 5 milyar dînaran ziyan gihiştiye keştûkaliya deverê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst