Li Amedê pirtûkeke bi zêr hatiye nivîsandin hat dîtin

10-08-2019
RÛDAW
Li Amedê pirtûkeke ku li ser çermê xezalê bi zêr hatiye nivîsandin hat dîtin
Li Amedê pirtûkeke ku li ser çermê xezalê bi zêr hatiye nivîsandin hat dîtin
Nîşan Amed Pirtûk Zêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê pirtûkeke 17 rûpelî ku li ser kevilê xezalê bi zêr hatiye nivîsandin hat dîtin. 

Li gor agahiyên berdest, tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Cendermeyên Bajêr li ser îxbara ku kesek dixwaze pirtûkeke ji heyama Romayê bifiroşe xebat dan destpêkirin. 


DIYARBAKIR'DA GUVENLIK GUCLERINCE DUZENLENEN OPERASYONDA, ROMA DONEMINE AIT CEYLAN DERISI UZERINE YAZILMIS 17 YAPRAKTAN OLUSAN ALTIN YAZMALI TARIHI KITAP ELE GECIRILDI.


Tîman li taxa Peyasa ya navçeya Kayapinarê operasyon kir. 


Di encama lêgerîna li ser şikbar û mala wî hat kirin de pirtûkeke ku li ser kevilê xezalê bi zêr hatiye nivîsandin hat dîtin. Gumanbar hat desteserkirin.


DIYARBAKIR'DA GUVENLIK GUCLERINCE DUZENLENEN OPERASYONDA, ROMA DONEMINE AIT CEYLAN DERISI UZERINE YAZILMIS 17 YAPRAKTAN OLUSAN ALTIN YAZMALI TARIHI KITAP ELE GECIRILDI.


Kar û barên gumanbar li navenda cendermeyê berdewam dike. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst