Li Silêmaniyê li ser girekî dîrokî bazgeha asayîşê tê danîn

10-08-2019
Girê Girêze di lîsteya şûnwarên Silêmaniyê de jî hatiye tomarkirin
Girê Girêze di lîsteya şûnwarên Silêmaniyê de jî hatiye tomarkirin
Nîşan Girê Girêze Şarezûr Silêmaniye şûnwar
A+ A-

Şarezûr (Rûdaw) - Li Silêmaniyê li ser girekî dîrokî bazgeheke asayîşê hatiye danîn û ji ber hindê metirsiya jinavçûna wî şûnawarî heye.

 

Girê Girêze cîhekî dîrokî ye li deşta Şarezûrê û di lîsteya şûnwarên Silêmaniyê de jî hatiye tomarkirin.

 

Lêbelê niha ji ber danîna bazgeheke asayîşê, metirsiya jinavçûna wî cîhê şûnewarî heye.

 

Rêveberiya Şûnûwaran a Silêmaniyê jî daxwaz dike ku cîhê bazgehê bê guhertin da ku ew navçeya şûnwarî bê parastin.

 

Karkerekî wê bazgeha asayîşê jî radigihîne ku heta çend rojên din bazgeh temam dibe û diyar dike ku heta niha ti kesî ji wan re negotiye xebata bazgehê rawestînin.

 

Li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hezar û 100 cîhên dîrokî hene û ji wê hejmarê jî 770 cîh hatine tomarkirin û 18 tîmên biyanî jî lêkolînan li ser wan cihan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst