Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Gebarê yê li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê çend paşmayên qedîm ên deryayî hatin dîtin ku temenê wan vedigere 45 milyon sal berî niha.
Parzemînên ser erdê herçiqas bê tevger diyar in, lê ji ber pêlên bêhed ên germayê, salane çend santîmetre tevdigerin û berdewam cih diguherin.
Ew paşmayên ji aliyê endazyarekî bilind ê jeofîzya yê akinciyê Şirnexê ve hatine dîtin du parçe ne û yên du zîndewerên cuda yên deryayî ne.
Ew bermayên deryayî yên Çiyayê Gebarê, li bilindahiya hezar û 848 metre ji asta deryayê û 600 kîlometre dûrî Deryaya Spî hatine dîtin.
Endazyarê Bilind ê Jeofîzyayê Abdullah Sipahi dibêje: "Ew bermayên li Çiyayê Gebarê hatine dîtin vedigere bo qonaxa Lutesiyen û bermayên zîndewerên deryayê 'Nummulites' û 'Alveolina' ne. Qonaxa Lutesiyen qonaxeke ku 49 milyon sal berî bniha destpê kiriye û 40 milyon sal berî niha jî bidawî bûye. Em di vî warî de temaşe bikin, dikarin bibêjin ku dîroka van bermayan vedigere 45 milyon sal berî niha."
Çend meh berî niha her li Şirnexê lê li Çiyayê Cudî bermayê bi navê xwe yê ilmî 'gastropoda'yekê hatibû dîtin ku dîroka wê vedigere 12 milyon sal berî niha.
Abdullah Sipahi herwiha got: "Çend mehên borî, ew bermayê ku me li Çiyayê Cudî dît, ligel van bermayan ku niha me dîtine, beşek ji bermayên serdema girtina `Okyanusa Tetis` in ku vedigere qonaxa Miyosena Navîn. Ew bermayên li Çiyayê Gebarê hatine dîtin gelekî kevintir in ji wê bermaya li Çiyayê Cudî hatibû dîtin ku dîroka wê vedigere 12 milyon sal berî niha."
Parzemînên ser erdê herçiqas bê tevger diyar in, lê ji ber pêlên bêhed ên germayê, salane çend santîmetre tevdigerin û berdewam cih diguherin.
Ji ber dûrketina parzemînan okyanusên nû çêdibin û ew parzemînên nêzîkê hev jî dibin, dibin sedema girtin an nemana hinek okyanûsan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse