Berdevkê TEV-DEMê: Tirkiye dixwaze Sûriyê parçe bike

10-08-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan TEV-DEM Kemal Akif Tirkiye Sûriye Parçekirin Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Navenda Têkiliyên TEV-DEMê ragihand, Tirkiye dixwaze Sûriyê parçe bike û got: “Heta ku hêzên Tirkiyê li nav Sûriyê bimînin, ti çareserî ji rewşa vî welatî re nayê dîtin.” Kemal Akif herwiha got, ji bo wan rizgarkirina Efrînê biryareke stratejîk e û ew ti carî dest ji vê biryarê bernadin

 

Di daxuyaniyeke taybet de ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê, Berdevkê Navenda Têkiliyên TEV-DEMê, Kemal Akif, bal kişand ser rewşa Efrînê û ragihand, ku heta niha li Efrînê mafê xelkê tê binpêkirin.

 

Kemal Akif li ser pirsa derbarê navlêkirina meydanekê li Efrînê bi navê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û tedbîrên TEV-DEMê li hember kiryarên wisa de jî got, “karê ku îro li Efrînê tê kirin, ne tenê guhertina navê meydanekê ye, bi rastî karê ku li Efrînê tê kirin, binpêkirinek e û ji xwe dagîrkerî jî berdewam dike û bi rengekî sîstematîk guhertina demografîk pêş dikeve. Li aliyeke din jî kuştin û revandin dewam dike…, Em weke Bakurê Sûriyê, bi giştî jî heta niha berxwedana Efrînê hêj berdewam dike di asta duyemîn de û em tevde jî dibînin ku bi rengekî çalak û aktîv jî em berxwedan pêş dikeve.”

 

Kemal Akif herwiha bal kişande ser wê yekê, ku ji bo wan rizgarkirina Efrînê biryareke stratejîk e û ew ti carî dest ji vê biryarê bernadin. Akif got: Ji bo rizgarkirina Efrînê çi me bihê xwastin, em hazir in (amade ne).

 

Kemal Akif herwiha amaje bi xetera Tirkiyê li ser Sûriyê kir û diyar kir: “Ne tenê li Efrînê, lê li derdora Efrînê, li Idlibê û hin deverên din jî Tirkiye dixwaze ku zêdetir pêş bikeve û niha Tirkiye metirsiyê li ser Sûriyê bi giştî çê dike, û heta ku Tirkiye di hindirê Sûriyê de bin û heta ku ew siyaset bedewam bike, ratsî ti çareserî pêş nakeve û eger helwêsteke navdewletî li hember Tirkiyê neyê zelalkirin, Tirkiye dixwaze Sûriyê ber bi parçebûnê ve bibe, hem di aliyê civaka sûrî de û hem jî di aliyê cografî de.”

 

Wî rayedarê payebilind ê TEV-DEMê herwiha roja pêncşemiyê di konfranseke rojnamevanî de li bajarê Amûdê ragihand, ku ew guhertinên demografîk qebûl nakin û piştevaniya vegera koçberên Sûriyê dikin.

 

Kemal Akif tevî nîşandana piştgiriya bo vegera koçberan, mercê TEV-DEMê yê di vê derbarê de jî aşkere kir û tekez kir, bi mercê ku ew koçber vegerin navçeyîn xwe yên resen û li deverên din ên Sûriyê neyên bicîkirin, ew piştgirî li vegera koçberên Sûrî dikin.

 

Akif behsa pilaneke Tirkiyê bo bicîhkirina koçberên Sûrî yên li wî welatî li hin bajarên bakurê Sûriyê kir, ku niha di bin kontrola hêzên Tirkiyê û çekdaêrn hevalbendê wê de ne, kir û destnîşan kir, pilaneke Tirkiyê heye ku hejmareke mezin ji koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê ne li deverên Şehba, Bab û Izazê bicî bikin.

 

Kemal Akif li ser egera operasyona Idlibê û êrişa hêzên hikûmeta Sûriyê bo ser wê parêzgehê kir û got, ku operasyona Idlibê dê gelek senaryoyan bi xwe re bîne, û da zanîn, hebûna Tirkiyê li wê parêzgehê gelek metirsiyan çêdike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst