DÊRSÎM - PKKê xalên kontrolê danî

10-08-2015
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistan PKK Dêrsim Tirkiye Xalên kontrolê
A+ A-

Dêrsîm (Rûdaw) -  Gerîlayên PKKê îro li Dêrsîmê xalên kontrolê danîn û dest bi pişkinîn û kontrolkirina nasnameya welatiyan û rêviyan kirin.

 

Ew demek dibe ku gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çalakiyên xwe li Bakurê Kurdistanê zêdetir kirine.


Gerîlayên PKKê îro li parêzgeha Dêrismê li Bakurê Kurdistanê û li ser rêya wî bajarî ku tenê bi qasî 20 km ji navenda bajarê Dêrsîmê dêr bû, derketin ser rê û xalên xwe yên kontrolê danîn û nasnameya welatiyan kontrol kirin.

 

Li gor agahiyên gerîlayan, li ser rêya di navbera bajarên Dêrsîm-Xozatê de xala xwe ya kontrolê danîn û dest bi pişkinînê kirin.

 

Piştî alozî û pevçûnên wê dawiyê di navbera PKKê û hikûmeta Tirkiyeyê de, PKKê çalakiyên xwe li Bakurê Kurdistanê berfirehtir kiriye.

 

Hikûmeta Tirkiyeyê piştî ku ragihand, tevlî hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bûye, bi awayeke dijwar û berdewam baregehên PKKê li Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

 

Piştî êrişên Tirkiyeyê, PKKê jî di nava sînorê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê dest bi çalakiyên leşkerî li dijî artêş û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê kiriye û rewş roj bi roj aloztir dibe.

 

Beşek ji tirkên neteweperst hikûmeta welatê xwe tohmetbar dikin ku ti kontrola wê bi ser herêmên kurdî de nemaye û nikare asayişa rêyan û welatiyan biparêze.

 

Ji aliyekê din ve îro li ser rêya navbera gundê Zîtka û bajarê silopî de hinek madeya TNT bi otomobîleke polîsê Tirkiyeyê ve teqiya û di encamê de 4 polîsên wî welatî hatin kuştin.

 

Pêştir jî di alozî û pevçûnên navbera welatiyên kurd û polîsê tirk li bajarê Silopî de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

 

Piştî agirbesta zêdetirî 2 salan, ew 3 hefte dibin ku şer di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyeyê de dest pê kiriye û ji ber wî şerî jî bi deham kes ji her du aliayn ve hatne kuştin.

 















Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst