Qasim Simêl: Emê di demek kurt de Şingalê ji DAIŞê bistînin

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê şervanên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê parastina malbatên êzîdî dikirin, Qasim Simêl ragihand ku ew bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Şingalê mane û got, emê di demek kurt de devera Şingalê ji destê DAIŞê derxin.

Fermandeyê şervanên êzîdî yên parastina çiyayê Şingalê dikirin, Qasim Simêl li bajarê Dihokê beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bû û li ser rewşa dawî ya devera Şingalê agahiyên girîng da.

Qasim Simêl ku xwe wek “Pêşmergeyê Mesûd Barzanî” bi nav kir got, xelkê devera Şingalê gellek alîkariya wan kirin û mil bi milê wan li dijî DAIŞê şer kirin.

Qasim Simîl her wiha eşkere kir ku dê di demeke kurt de devera Şingalê ji destê DAIŞê derxin…