Serê Kaniyê (Rûdaw) - "Di cejnê de baqek gul û şîranî ji wan re diavêjim. Lê nizanim wê çi reaksyona wan hebe. Hêvîdar im dilê wan nerm be. Bi heman awayî jî bersivê bidin." Ev gotina Ebdulrezaq Silêman e, ku bi navê “Ebdo” naskirî ye û şervanekî YPGê ye. Ew li ber deriyê sînorê navbera Tirkiye û Sûriyê, li Serê Kaniyê wezîfedar e.
Ebdo, ku çeka xwe di nav destên xwe de xurt girtiye, dibêje "ti kêşe di navbera me û leşkerên tirk de derneketiye, ne ji wan û ne ji me deng heye. Her aliyek karê xwe dike." Piştî ku bajarokê Serê Kaniyê yê li Rojavayê Kurdistanê bi temamî kete destê Kurdan, şervanên YPGê kontrola deriyê sînorê vî bajarokî ligel Tirkiyeyê dikin. Di navbera wan û leşkerên Tirkiyeyê de tenê çend metre ne. Şervanên vî deriyê sînorî ji Rûdawê re gotin "em gellekî bi asayî tevdigerin, em ti karî nakin ku bibe cihê nearamiya wan."
Bajarokê Serê Kaniyê dikeve bakurê rojavayê parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê. Hejmara niştecihên vî bajarokî 130 hezar kes e. Serê Kaniya binxetê hevsînor e ligel bajarokê Serê Kaniya serxetê li Bakurê Kurdistanê, ku nave bajêr bi bi tirkî kirine Ceylanpinar. Heta sala 1926ê ev herdu bajarok yek bûn û weke Serê Kaniyê dihat naskirin. Lê di bin raspardeya Frensayê de ev bajarok bû du beş, Serê Kaniya serxetê û ya binxetê. Serxet dikeve nav sînorê Tirkiyeyê, binxet jî yê Sûriyê. Ewa ku van herdu bajarokan jî ji hev cihê dike, tenê xeteke kevn a trênê û têlbendek e.
Tevî ku temenê Ebdo tenê 31 sal e, lê dizane ku bav û bapîrên wî di cejn û helkeftên fermî de, ji bo pîrozkirina li mirov û xwediyên xwe li serxetê, çi êş dîtine: "Li bîra me ye ku her cejnê dayik û bavên me sibehê zû destên me digirtin, da ku ji pişt têlê cejnê li mam, dotmam û kesên me pîroz bikin. Min didît ku dayika min digirî. Bavê min jî wê şevê xew bi çavên wî nedibû."
Ebdo, ku bitementirîn şervanê YPGê ye li vê xala sînorî, bi ser vê de jî bi wê yekê geşbîn e ku ew rewşa berê bê guhertin. Lê di heman demê de dilteng e li ser siberoja mirov û zarokên xwe: "Ji pêvî hevjîn û 2 zarokên min, kesek li vir nemaye. Tevan koç kirine. Ditirsim bûyer bi wî alî de herin ku me tevan têk bibe."
Hejmara şervanên YPGê li vê navçeyê nêzîkî 40 kesî ye. Ji pêvî Ebdo, hemû ew kesên din temenê wan li bin 18 salan de ye. Pirraniya wan jî nexwende ne. Ewê xwendevan jî tenê qonaxa navendî bi dawî kirine.
Ehmed şervanekî erebregez e. Li gor gotina wî, bêtirî ji 6 mehan e ku ew di nav rêzên YPGê de ye. Ehmed behsa sedema hatina xwe bo nav rêzên YPGê ji Rûdawê re kir û got: "Destpêka vê salê bereya Cebhet el-Nusre hate vî sînorî. Gellekî bi xirabî reftarî bi xelkê re kirin. Otomobîlên wan birin û piştre şewitandin." Ji roja ku YPGê dest danîne ser vî deriyê sînorî, Ehmed bi zimanê erebî bangî leşkerên tirk dike: "Çûme ber vî derî, min hewar kir ku em li vir in û ti ziyana me bo wan nabe. Hêvîdar im hûn jî jê têbigihijin. Lê ji pêvî leşkerekî ku serê xwe ji min re leqand, kesî dengê xwe nekir."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse