Li Wanê dirûna giya dest pê kiriye

Hewlêr (Rûdaw)- Cotkar û ajeldarên parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di bin germa havînê de gihayê didirûn û êmê zivistanê yên ajalên xwe dabîn dikin.

Îsal baran zêde bû û giya û ka bi bereket e. Ew tirpanan tûj dikin û lodên giya li ser hev datînin.

Ajaldar eşkere dikin ku bav, kal û bapîrên wan jî giya bi tirpanê dirûn dikir.

Piştî derketina makîneyên dirûnê û traktoran karê tirpanê kêm bûye. Lê ew dîsa car caran tirpanên xwe bikar tînin.

“Me karê tirpanê ji bîr nekiriye”

Cotkarê bi navê Abdulkerim Adak behsa dirûna giya û karê tirpanê kir û wiha got:

"Bav, kal û bapîrên me berê bi tirpanê giya dirûn dikir. Piştî ku makîneyên dirûnê û traktor derketin, karê tirpanê kêm bûye.

Dîsa em ciwan û mamên me car car em karê tirpanê dikin û me ji bîr nekiriye. Karê tirpanê hem ji bo werzîşê û hem jî wek kevneşopiyekê xweş e.”

Her çiqas makîneyên dirûnê û traktoran bandoreke xirab li karên tirpanê kiribe jî cotkarên Wanê eşkere dikin ku dê vê kevneşopiya bav û kalan ji zarokên xwe re wek mîrat bihêlin.

“Em dixwazin ev kevneşopî berdewam bike”

Cotkar Seyithan Mola jî behsa dirûna giyayê û karê tirpanê kir û wiha got:

“Em car car karê tirpanê dikin. Karekî bi kêf e û ji bapîrên me ji me re ma ye.

Em dixwazin vê kevneşopiyê berdewam bikin. Em bi hevalên xwe re  kom dibin û mêrgên xwe didûrin.”

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê çandinî û ajeldarî du sektorên serekî yên debarê ne.

Li gorî amarên fermî, li Wanê 3 milyon 280 hezar û 145 ser ajelên biçûk, 133 hezar û 193 ser ajelên mezin hene.