Li Meletiyê di rojekê de duyemîn erdhej

10-07-2024
RÛDAW
Nîşan Meletî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çirmikê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, bi hêza 4,3 erdhej çêbû.

Îro li Çirmikê demjimêr 00:41 jî bi hêza 4,2 erdhejek çêbûbû.

Li Bakurê Kurdistanê piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an ên Mereşê erdhejên paşekî berdewam dikin.

Li parêzgeha Meletiyê îro du erdhej çêbûn.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihand, demjimêr 12:54ê nîvro li navçeya Çirmikê ya Meletiyê bi hêza 4,3 pileya rixterê erdhejek çêbû.

Erdhej di kûrahiya 14,27 kîlometreyan de çêbûye.

Herwiha îro demjimêr 00:41an li navçeya Çirmikê bi hêza 4,2 û di kûrahiya 7 kîlometreyan de erdhej çêbûbû.

Erdheja li Meletiyê li bajarên derdorê jî hest pê hate kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst