Hevpeymaniya Navneteweyî hêza xwe li Rojavayê Kurdistanê zêde dike

10-07-2024
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hevpeymaniya Navneteweyî Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê, li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe xurtir dike û pêwîstiyên lojîstîk û leşkerî digihîne bargehên xwe yên li wan herêman.

Li gorî agahiyên xwecihî, duh Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê, karwanekî leşkerî yê ji çend barhilgiran pêk tê, bi deriyê sînorî yê El-Welîdê ji aliyê Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Ew karwana leşkerî çû baregehên Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê yên li gundewarê Hesekê.

Di wan barhilgiran de ji bilî kelûpel lojîstîk û bijîşkî hin barên hebûn.

Her duh Sêşemê 2 balefirên kargoyê  ku kelûpel û amêrên leşkerî û lojîstîk tê de bûn çûn baregeha li gundê Xerab El-Cîrê yê li gundewarê bakurê bajarokê Rimêlanê.

Li gorî Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan roja Duşemê jî Hevpeymaniya Navneteweyî karwanekî leşkerî ku ji 38 tankerên sotemeniyê û barhilgiran pêk dihat derbasî her bargehên Qesrik û Til Beyder ên li Hesekeyê kir.

Ew jî bi rêya deriyê sînorî yê El-Welîd hatibûn derbaskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst