Li Şaredariya Mûşê cara ewil tabeleya bi Kurdî hat daliqandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Şaredariya Mûşê cara ewil e tabeleya bi Kurdî li ser avahiyê hat daliqandin.

Li bajarê Mûşê di hilbijartinên xwecihê de namzedê DEM Partiyê ser ketibû.

Hevşaredarên Mûşê Sirri Soylemez û Tuba Sayilgan tabelayê tabeleya bi Kurdî “Şaredariya Mûşê” daliqand.

Ev cara ewil e ku li wê şaredariyê tabelaya Kurdî tê daliqandin.