Li Dêrsimê brûskê li 2 şivan û keriyê pez xist

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pulurê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê brûskê veda û di encamê de 2 şivan birîndar bûn û hinek ajel jî mirar bûn.

Li gorî zanyariyan li gundê Kizikê yê navçeye Pulurê dema şivanên bi navên Bariş  û Olcay ajel diçerandin brûskê li wan xist.

Di lêxistina brûskê de her du şivan birîndadû birîndar bûn.

Herwiha ji ber vedana brûskê hinek ajelên her du şivanan jî mirar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê şivanên birîndar piştî midaxaleyên destpêkê rakirin Nexweşxaneya Deweletê ya Pulurê.