Li Amedê kesekî gule li sê xwarziyên xwe reşandin

10-07-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, zilamê bi navê O.D. heman rojê li du cihên cuda bi demançeyê sê xwarziyên xwe birîndar kirin.

Li Taxa Turgut Ozalê ya navçeya Rezanê ya Amedê duh demjimêrên nîvro li ser rê di navbera O.D. û xwarziyê wî Umit A. de nîqaş derket.

O.D. bi demançeyê xwarziyê xwe birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Umit A. veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubiyê.

O.D. ji cihê bûyerê reviya û demjimêrên êvarî li Taxa Firat a navçeya Peyasê li hewşa avahiya ku tê de dijiyan bi demançeyê gule li xwarziya xwe Meral A. û xwarziyê xwe Mehmet A. reşandin û her du jî birîndar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çû cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her du birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina O.D. dest bi xebatê kir.

Hat zanîn ku mala O.D. û xwarziyên wî di heman avahiyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst