Ji bo Erzirom, Qers, Sêwaz û Erdexanê hişyarî hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê ragihand, pêşbînî dike îro dê li parêzgehên Erzirom, Qers, Sêwaz û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê barana gur bibare.

Tevî ku demsala havînê ye li hinek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran û şilî berdewam dike.

Saziya Keşnasiyê ji bo 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 11 parêzgehên Tirkiyeyê hişyariya baran gur da.

Li gorî Saziya Keşnasiyê, îro demjimêrên nîvro li parêzgehên Erzirom, Qers, Sêwaz û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Kastamonu, Karabuk, Çankiri, Sinop, Bartin, Bayburt, Yozgat, Tokat, Ordu, Giresun û Çorumê yên Tirkiyeyê jî barana gur dibare.

Saziya Keşnasiyê ji welatiyan xwest ku li hemberî egera lehî, zîpik, brûsk, ba û bahozê û pirsgirêkên trafîkê tedbîrên pêwîst wergirin.

Ji aliyê din ve li parêzgehên Erzirom, Qers û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê,  roja 7ê Tîrmejê lehî rabû û di encamê de keçeke 22 salî canê xwe ji dest da, çar kes birîndar bûn û zererên maddî çêbûn.

Roja 9ê Tîrmehê jî li Qersê û Agiriyê dubare lehî rabû û zerer da hinek herêman.

Li gundê Avxarkê yê navçeya Zêdkanê ya Agiriyê lehî rabû û otomobîl li ber avê çûn.