Li Amedê pevçûna bi çekan: 2 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê du grûp bi çekan pev çûn û 2 kes birîndar bûn.

Li navçeya Rezanê ya Amedê du grûpên ku berê di navbera wan de dijminatî hebû bi çekan pev çûn.

Di pevçûnê de 2 kes birîndar bûn ku birîna yekî xedar e.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Polîsan ji bo desteserkirina kesên pev çûne lêgerin daye destpêkirin.