Amed - Di Çemê Dîcleyê de cenazeyê jinekê hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bîsmîlê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di Çemê Dîcleyê de cenazeyê jinekê hat dîtin.

Li gorî zanyariyan, îro li gundê Tezekayê yê navçeya Bîsmîlê welatiyan di Çemê Dîcleyê de cenazeyek dît.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di pişkinînên destpêkê de diyar bû ku ew cenaze yê jinekê ye lê nasname li ser wê nehatiye dîtin.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê jina ku hatiye dîtin ji bo otopsiyê bir Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Amedê.

Nexweşa alzheimerê bû

Li wê derê di pişkinînan de diyar bû ku ew cenaze yê jina bi navê Zuhre E.yê ye ku bixwe nexweşa alzheimerê bû.

Malbata wê berî 2 rojan hêzên ewlehiyê agahdar kiribû ku ew winda bûye.