Mereş - Kesê ku barhilgir lê qelibî mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, zilamê ku barhilgir lê qelibî canê xwe ji dest da.

Li ser rêya Mereş û Dîlokê barhilgira bi şofêrtiya M.M. li Îbrahîm Ozdemirê ku derbasî hemberî rê dibû qelibî.

Di qezayê de Îbrahîm Ozdemir bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendurustiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Ozdemirê birîndar bir nexweşxaneyê.

Lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Ozdemîr canê xwe ji dest da.

Şofêrê barhilgirê M.M. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.