RIHA - Malbata ku mala wan şewitîbû daxwaza alîkariyê dike

Ruha (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, malbateke hejar û xizan a berî çend rojan agir bi mala wan ketibû daxwaza alîkariyê dike.

Li Taxa Sarayaltiyê ya navçeya Sirûcê ya Rihayê 25ê Hezîrana 2024an agir bi mala Mehmet Tavas ket û hemû kelûpelên di nav malê de şewitîn.

Mehmet Tavas dîmenên mala xwe ji Rûdawê re şandin û ji xêrxwazan daxwaza alîkariyê kir.

5 zarokên Mehmet Tavas hene.

Mehmet Tavas eşkere kir ku di nav de rihela keça wî ya ku dê di demeke nêzîk bûbûya bûk hemû kelûpelên wan şewitîne û tiştekî wan nemaye.

Mehmet Tavas nû ji girtîgehê derketiye û bi malbata xwe re di nav erdên çandiniyê de wekî karker dixebitin.

25ê Hezîrana 2024an dema ku hemû malbata Tavas li ser erdên çandiniyê dixebitîn û ne li mal bûn, ji ber germbûna şartêla elektrîkê agir bi mala wan ketibû û hemû tiştên wan şewitîbûn.

Agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê yên şaredariyê ve hatibû vemirandin.