Li Mereş û Meletiyê erdhej

10-07-2024
RÛDAW
Nîşan Meletî Mereş Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbistanê ya parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê, bi hêza 3,6 erdhej çêbû.

Herwiha li navçeya Çirmikê ya Meletiyê jî bi hêza 4,2 erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku duh  demjimêr 20:47an li navçeya Elbistanê ya Mereşê bi hêza 3,6 pileya rixterê erdhejek çêbûye.

Erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de çêbûye.

Herwiha AFADê ragihand ku saet 00:41an li navçeya Çirmikê ya Meletiyê jî bi hêza 4,2 erdhejek çêbûye.

Wek ya Mereşê li Meletiyê jî erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de bû.

Erdheja li Meletiyê li bajarên derdorê jî hest pê hat kirin.

Hatiye ragihandin ku di her du erdhejan de jî ti zererek çênebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst