Li Xarpêtê qeza: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di qezaya trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Derengê şeva borî li navçeya Depê ya Xarpêtê otomobîlek wergeriya.

Di qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Otomobîla bi şofêrtiya M.K. yê 39 salî, li ser rêya Xarpêt-Çewlîgê ji kontrola şofêr derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, parastina sivîlan û cendirme çûn cihê bûyerê.

Dema tîm gihiştin cihê bûyerê derket ku 2 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û şofêrê otomobîlê M.K. jî birîndar bûye.

Tîmên tenduristiyê şofêrê birîndar veguhest Nexweşxaneya Dewletê ya Depê.