Galeriya wêneyan

10-07-2023
13 Photos
RÛDAW

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 10ê Temûza 2023an pêşwaziya xwendekarên yekem ên pola 12ê ên lîseyê û malbatên wan kir.

Nêçîrvan Barzanî xwendekarên yekem xelat kirin û bi wan re wêne girt.

Di merasîmê de Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê, Alan Hema Seîd jî amade bû. Wezîrê Perwerdeyê di merasîmê de ji xwendekarên yekem re axivî û got, “Serokê Herêma Kurdistanê ji bo nûjenkirina dibistanan û avakirina dibistanên nû hin soz dane me û ji me xwestiye ku em wê yekê bişopînin.”

Îsal skolarşîpa Nêçîrvan Barzanî ji bo xwendekarên yekem ên beşên zanist û wêjeyê yên Herêma Kurdistanê bûrsa xwendinê ragihand.

Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê, Alan Hema Seîd jî got: “Emê komekê ava bikin û ezê bixwe jî li gel we bim. Li gorî rêgezên Wezareta Xwendina Bilind, li Herêma Kurdistanê hûn dikarin biçin her zanîngehek ku hûn bixwazin.”

Yek ji wan xwendekaran ku di beşa pîşeyê de li ser asta Herêma Kurdistanê bûye yekem, ji Rûdawê re got: “Serokê Herêma Kurdistanê em teşwîq kirin ku xwediyê proje bin û ji me re got hûn dikarin Kurdistanê bi pêş bixin.”