Cindirês: Mamosteyek zarokan fêrî wênekêşiyê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Li Cindirêsê mamosteya Kurd Gulistan Bozo ya ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bi awayekî xwebexş û bê beramber, zarokên ku di erdheja 6ê Sibatê de dê û bavên xwe ji dest dane fêrî hunera wênekêşiyê dike.

Zarokên bajarokê Cindirêsê yê ser bi Herêma Efrînê bi alîkariya mamoste Gulistan Bozo ku ji bajarê Efrînê hatiye, fêrî hunera wênekêşiyê dibin.

Mamoste Gulistan Bozo bi awayekî xwebexş û bê beramber wan zarokan fêrî hunera wênekêşiyê dike.

Mamosteya wênekêşiyê Gulistan Bozo got, “Ez wênekêşiyê fêrî zarokan dikim. Ji ber ku em hemû li vir bûn em dizanin Cindirêsê ji ber erdhejê êşeke mezin kişand. Ev xebat bi alîkariya grûpa Efrîn Live û Peymangeha Aryayê têye kirin. Me xwest em van zarokan fêr bikin. Tiştek di destê me de tune, ev cihê me ye. Em dixwazin ji vê bêhtir bi wan re mijûl bibin.”

Ev destpêşxerî bi hevbeşî û alîkariya Peymangeha Arya û Grûpa Efrîn Live, ji bo fêrkirina zarokên Cindirêsê hatiye kirin.

Tevî nebûna karînên pêwîst jî Gulistan Bozo şagirtên xwe bi dilekî xweş fêrî wênekêşiyê dike û banga xwe digihîne kesên din jî ku bi wan zarokan re alîkar bin.

Mamosteya wênekêşiyê Gulistan Bozo got, “Heger hûn dixwazin alîkariya van zarokan bikin dê gelekî baş be, ji xwe em alîkariyê dikin ên ku hez dikin serçavan.”

Piraniya zarokên ku di wan kursên fêrkirinê de beşdar dibin, ew zarok in ku di erdheja 6ê Sibata 2023an de, dê û bavên xwe ji dest dane lê bi destpêşxeriyên wiha alîkar, deriyê hêviyê li ber zarokan û kesûkarên wan vedibin ku êdî jiyan her berdewam e.