Li Duhokê bazirganekî madeyên hişbir hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Duhokê ragihand, wan firoşkarekî madeyên hişbir desteser kirine û sê kesên ku bi heman tohmetê li wan dihate gerîn reviyane.

Rêveberiya Polîsê Duhokê roja Yekşemê 9ê Temûza 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, “Di operasyoneke hevbeş Asayîşa Zaxoyê û Rêveberiya Dijî Madeyên Hişbir ê Duhokê de bazirganekî mezin ê madeyên hişbir hat girtin.”

Li gorî daxuyaniyê li ser 3 tohmetbarên din jî biryara girtinê hatiye dayîn, “Lê ew reviyane û bi hewlên hêzên ewlekariyê û asayîşa Zaxoyê di dem kurt de hatin girtin.”

Berdevkê Polîsê Duhokê Hêmin Silêman ji Rûdawê re ragihand, “Ew kesê ku hate girtin berpirsê 3 kesên ku reviyan bû.”

Nûçegihanê Rûdawê Huner Reşîd ragihand li taxa Sêgirkan a Duhokê jinek û mêrek bi çek rûbirûyê polîsan bûn.

Şahidekî bûyerê ji Rûdawê re got, “Zilamek bi çek hat û got ku her kesê ku nêzî wî bibe ew ê gulebaran bike. Di destê jinikê de jî çek û narincokek hebû û digot, heger kesek nêzî wê bibe dê narincokê biteqîne.”