Zarokekî 11 salî yê Efrînî ku li Mûsilê girtî bû hat azadkirin

10-07-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Mûsil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî Kurd ê 11 salî yê ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ev 21 roj bûn li Musilê di zindanê de dihat girtin hat azadkirin lê birayê wî yê 18 salî hêj di zindanê de tê girtin.

Zarokê Kurd ê bi navê Ehmed Kemal ê 11 salî û birayê wî Nesan Kemal ê 18 salî ku biryar ku hewl dabûn bi qaçaxç ji Rojavayê Kurdistanê bi rêya Mûsilê derbasî herêma Kurdistanê bibin ji aliyê hêzên Iraqê ve tên girtin û li Mûsilê ew dixin zindana Qaîmê.

Îro Ehmed Kemalê 11 salî hate berdan û gihihşte dayika xwe ya ku li Hewlêrê dijî, lê heta niha birayê wî Nesan Kemal di zindanê de ye.

Li aliyê din Serokê Rêxistina Canî Roj Reşîd Elî ji Rûdawê re got  hîn bi dehan kesên ji Rojavayê Kurdistanê li Musilê di zindana Qaîm de têne girtine ku hinek ji wan bi mehan e di zindanê de ne.

Herweha Elî dibêje ku sibe dê 11 kes û dusibe jî wê 27 kes werin azadkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst