Li Erzeromê 363 koçberên Efxan hatin deportkirin

10-07-2022
RÛDAW
Nîşan Erzerom Vegerandina Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê 363 koçberên din ên Efxan bi 2 firokeyan bo welatê wan hatin deportkirin.

Hêzên Ewlekariya Tirkiyê di van demên dawî de karûbarên xwe yên bo rûbirûbûna koça neyasayî zêde kirine. Rojane di nav sînorên parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de bi dehan koçberên Efxanistanî û welatên din tên desteser kirin û  bi armanca vegerandina bo welatê wan li navendên Koç û Koçberan tên bicîhkirin.

Koçberên ku karûbarên wan ên yasayî temam dibin piştre bi rêya firokeyan bo welatên wan tên deportkirin. Li gor zanyariyan herî dawî 9ê Temûza 2022ê li parêzgeha  Erzeromê 363 koçberên Efxan ku li navenda Koç û Koçberan a wê parêzgehê dihatin ragirtin, bi dû geştên asmanî bo Kabula paytexta Efxanistanê hatine deportkirin.

Li gor Amarên Rêveberiya Koç û Koçberan a Erzeromê ji 1ê Çileya îsal û heta niha 3 hezar û 629 jê Efxan, hezar û 122 jê Pakistanî û 279 jê koçberên ji welatên din, bi giştî 5 hezar û 20 koçberên neyasayî bo welatên wan hatine şandin.

Tevî ku Tirkiye bi rêya çêkirina dîwarên beton li ser sînorên di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de hewl dide rê li ber koça neyasayî bigire, lê dîsan rojane bi dehan koçber di wan sînoran re derbas dibin û tên nav Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst