Masîgirên Rojavayê Kurdistanê dest bi pêşbirkeya girtina masiyan kirin

10-07-2021
RÛDAW
Li Bendava Mizgeftê zêdetirî 100 masîgiran kom bûn
Li Bendava Mizgeftê zêdetirî 100 masîgiran kom bûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Masîgirên Rojavayê Kurdistanê bi karekî baş radibin, ji ber ku dest bi pêşbirkeya girtina masiyan kirine û kesê ku masiyê herî giran bigire, tê xelatkirin.

Li Bendava Mizgeftê ya Tirbespiyê, 100 ji masîgirên Rojavayê Kurdistanê dest bi pêşbirkeya girtina masiyan kirin.

Beşdarên wê pêşbirkeyê eşkere kirin, ku ew dixwazin masîgir fêrî şêwazên rast ên girtina masiyan bibin û di nêçîrva xwe rêyên xerab bikar neyinin.

Rêveberê Grûpa Nîçirvanên Rojava Hesen Eyşiko dibêje: “Ev pêşbirke berî niha jî çêbûne û îro jî li vê derê çêdibe. Armanca me ew e ku xelk fêrî awayê rast a girtina masiyan bibin û ji bo girtina masiya dînamîtan neteqînin, ji ber ku ew karesate û jîngehê têk dide û masiyan û heywanên din ji nav dibin.”

Berî vê pêşbirkeyê li bendava Hesekê jî masîgir kom bûn, masiyê Merwan yekem derketibû û giraniya wî masiyî 2 kîlogiram bû.

Di pêşbirkeya Bendava Mizgeftê de, masîgirê xelkê Qamişlo Elî Xerîb yekem derket û giraniya masiyê wî jî 5 kîlogiram bû.

Masîgirên serkeftî hatin xelatkirin û êdî wê ev pêşbirke berdewam be, ji bo ku xelk fêrî şêwazê rast ê girtina masiyan bibin, ji bo jîngeh bê parastin û bi awayên xerab bi kom neyên girtin û hişyarî jî di nav civakê de çê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst