Li Qamişlo dest bi ser 25 ton ard de hat girtin

10-07-2020
RÛDAW
Rêveberiya Giştî ya Xurakê li Qamişlo dest danî ser 25 ton ard.
Rêveberiya Giştî ya Xurakê li Qamişlo dest danî ser 25 ton ard.
Nîşan Rojava Kurdistan Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Xorakê (Temwîn) Ebdulselam Calûd ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku ard bi kalîteyeke xirab difirotin firinan, wan dest danîn ser 4 depoyên ard û aşekî û eşkere kir, xwediyê wan depoyan dê were cezakirin.

Ebdulselam Calûd got: “4 depo me girtin, li her 4 depoyan ardê embarkirî heye, yek ji wan aş e û derdora 25 ton ard lê hene.”

Calûd herwiha da xuyakirin ku gelek kes li wan 4 depo û aşan kar dikirin ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û destnîşan kir, ku xirabbûna kalîteya nan û herwiha buhabûna nirxê nan ji ber tevgera wan kesan bûye, lewma ew dê li hember wan kesan rêkarên qanûnî pêk bînin û ew rê nadin ku tiştên bi vî awayî careke din rû bidin.

Li aliyekê din, welatiyên Rojavayê Kurdistanê bi giranbûna nan û pêdawîstiyên din ên sereke dilgiran in.

Welatiyên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, nan niha gelek buha bûye û tevî giraniyê bê kalîte ye jî.

Jineke ji bajarê Qamişlo bi navê Menîfa Şêx Elî li nava bazarê ji Rûdawê re axivî û daxwaz kir ku aliyên pêwendîdar çareyekê ji rewşa wan re bibînin.

Bi gotina Menîfa Şêx Elî, malbata wê 15 kes in û eger rojane her yek ji wan nanekî bixwe, tenê ji bo nan divê ew 3 hezar lîreyên sûrî bidin. Menîfayê got: “Eger em bavêjin ser 30 rojan, dike 90 hezar lîre û ew tenê ji bo nanê tirsî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst