Rûmala Taybet - Kabîneya nû ji parlamentoya Kurdistanê bawerî wergirt

Îro hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bawerî ji Parlamentoya Kurdistanê wergirt. Di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de, Mesrûr Barzanî bi 88 dengan weke Serokwezîr û Qubad Talebanî jî bi 73 dengan weke Cîgirê Serokwezîr hatin hilbijartin.


Herwiha di berdewamiya civînê de dengdan li ser pêkhateya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin û tevahiya wezîran bi piraniya dengan bawerî ji parlamentoyê wergirtin. Piştre kabîneyê sonda yasayî xwar û civîn bi dawî hat.

 

12:02 a.m


Mesrûr Barzanî sonda yasayî xwar

 

 

Mesrûr Barzanî ku îro bi dengê 88 parlamenteran weke serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin, sonda yasayî xwar.

 

11: 58 a.m

 

Dengdana li ser kabîneya nehem bi dawî bû

 

Di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de, ku ji bo bawerîdana bi kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, tevahiya endamên kabîneyê ji parlamentoyê bawerî wergirtin û weke wezîr hatin pesendkirin.

 

Dengdana li ser pêkhateya kabneyê bi vî awayî ye:

 

Ferset Ehmed bi dengê 84 parlamenteran bû Wezîrê Dadê

 

Rêber Ehmed Xalid bi dengê 76 parlamenteran bû Wezîrê Navxwe

 

Awat Cenav Nûrî Salig bi dengê 81 parlamenteran bû Wezîrê Darayî û Aborî

 

Saman Husên Mihemed bi dengê 81 parlamenteran bû Wezîrê Tendirustiyê

 

Alan Heme Seîd bi dengê 85 parlamenteran bû Wezîrê Perwerdehiyê

 

Dana Ebdulkerîm Heme Salih bi dengê 80 parlamenteran bû Wezîrê Avedankirin û Nîştecihkirinê

 

Sasan Ewnî bi dengê 85 parlamenteran bû Wezîrê Şarevanî û Geştûguzarê

 

Aram Mihemed Qadir Emîn bi dengê 76 parlamenteran bû Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî

 

Dr. Dara Reşîd bi 75 dengan bû Wezîrê Plandanînê

 

Kuyistan Mihemed Ebdullah Meirûf bi 74 dengan bû Wezîra Kar û Karûbarên Civakî

 

Mihemed Seîd Elî bi 75 dengan bû Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan

 

Bêgerd Dilşad Şukrullah Talebanî bi 83 dengan bû Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê

 

Kemal Selîm Seîd Qerenî bi 85 dengan bû Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî

 

Ano Cewher Ebdulmesîh Ebdoke bi 80 dengan bû Wezîrê Guhastin û Gihandinê

 

Piştîwan Sadiq Ebdullah bi 77 dengan bû Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Ayînî

 

 Kemal Mihemed Salih Xelîl bi 85 dengan bû Wezîrê Elektirîkê

 

Xalîd Selam Seîd bi 63 dengan bû Wezîrê Herêmê

 

Aydin Meirûf bi 78 dengan bû Wezîrê Herêmê

 

Dr. Vala Ferîd bi 83 dengan bû Wezîra Herêmê

 

11:30 a.m

 

Mesrûr Barzanî weke Serokwezîrê Kurdistanê hat hilbijartin

 

 

Di civîna îro ya parlamentoyê de, Mesrûr Barzanî bi dengê 88 parlamenteran weke Serokwezîrê Nû Yê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.

 

Herwiha berbijêrê ji YNKê, Qubad Talebanî jî bi dengê 73 parlamenteran weke Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bawerî ji parlamentoyê wergirt.

 

11:20 a.m

 

Civîna parlamentoyê dest pê kir

 

Kêliyek berî niha civîna Parlamentoya Kurdistanê ya ji bo dengdana li ser kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pê kir.

 

Di destpêka civînê de, ji aliyê Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ve, xişteya bernameya civînê hate xwendin.

 

10:36 a.m


Berbijêrên wezîriyê gihîştin avahiya parlamentoya Kurdistanê


Peyamnêrê Rûdawê ragihand, amadekariyên lidarxistina civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê bi dawî bûne û berbijêrên ji bo wezîriyê gihîştin avahiya parlamentoyê.


Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, piştî ku îro kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bawerî ji parlamentoyê wergirt, dê roja sêşemî 16ê Tîrmehê, hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê yekemîn civîna xwe saz bike.

 

10: 24 a.m

 

Pişka Kerkûkê di kabîneya nû de 3 postên bilind in

 

 

Peyamnêrê Rûdawê yê li Kerkûkê, Herdî Mihemed dibêje, di kabîneya nû de pişkeke baş a postan ji kerkûkiyan re hatiye veqetandin. Herdî Mihemed got, xelkê Kerkûkê di vê kabîneyê de dibin xwediyê wezîrekî herêmê, berpirsê desteyekê û serokatiya dîwana encûmena wezîran.

 

Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin: “Xalîd Selam Seîd ji Kerkûkê ve ji bo posta Wezîrê Herêmê hatiye kandîdkirin, Rewend Mela Mehmûd ku xelkê Kerkûkê ye û akinciyê vî bajarî ye jî, jib o posta Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li Derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê hatiye berbijêrkirin û Omêd Sebah ku gelek ezmûn di Serokatiya Herêma Kurdistanê de heye, ji bo posta Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin.”

 

Herdî Mihemed herwiha destnîşan kir, li gor agahiyan, di kabîneya nû de ji bilî wan postên pilind çend postên din jî ji kerkûkiyan re hatine veqetandin.

 

10:10 a.m


Vala Ferîd serokatiya civîna parlamentoyê dike




Civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê dê Dr. Vala Ferîd ve serokatiya wê bike û ji sibê çarşemiyê ve jî dê weke wezîr biçe nav kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê. 

 

Herwiha ji sibê ve dê berbijêra YNKê Rêwaz Fayiq bibe seroka nû ya Parlamentoya Kurdistanê.

 

10:04 a.m

 

Berbijêrên bo du wezaretan ji Duhokê ne

 

 

Peyamnêrê Rûdawê yê li Duhokê, Nasir Elî dibêje, xelkê parêzgeha Duhokê gelek daxwaz ji Partiya Demokrata Kurdistanê kirin ku di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, wezîrên ji vê parêzgehê jî hebin.

 

Nasir Elî dibêje, PDKê 2 kesên ji parêzgeha Duhokê bo wezîrtiyê berbijêr kirine , ku ew jî Kemal Mihemed bo Wezareta Elektirîkê û Ferset Ehmed jî bo Wezareta Dadê ne.

 

9:54 a.m

 

Cadeyên Silêmaniyê bi alên Kurdistanê hatine xemilandin

 

 

Peyamnêrê Rûdawê yê li Silêmaniyê, Cemîl Ehmed ragihand, ji bo ku xuya bibe îro li Herêma Kurdistanê rojeke giring e, li cadeyên bajarê Silêmaniyê alayên Kurdistanê hatine danîn.

 

Cemîl Ehmed da xuyakirin, ji sînorê parêzgeha Silêmaniyê ve 8 kes bo wergirtina postên wezaretan di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine berbijêrkirin, ku ji YNKê 3 kes, ji Goranê 3 kes, ji PDKê 1 kes û ji Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê jî kesek bo wezîrtiyê hatine kandîdkirin.

 

9:35 a.m


Bernameya rûniştina îro ya Parlamentoya Kurdistanê



 

Destpêkê dê parlemento bawerî bi serokwezîrê raspardî Mesrûr Barzanî bide.

 

Piştre, Mesrûr Barzanî dê navên wezîrên kabîneya xwe yek bi yek eşkere bike, û dê deng li ser wan were dayîn.

 

Piştî wergirtina baweriyê, serokwezîr, cîgirê serokwezîr û tevahiya wezîran wê sonda yasayî bixwin.

 

Di dawiyê de jî, dê Mesrûr Barzanî weke serokwezîrê kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê xalên giştî yên bernameya kabîneya hikûmetê ragihîne.

 

CVya serokwezîrê erkdarkirî Mesrûr Barzanî 


Mesrûr Mesûd Mistefa Barzanî

 


Di 2ê Adara 1969an de li gundê Dîlman ê navçeya Balekayetî li Başûrê Kurdistanê jidayîk bûye.

 

Zewicî ye û bavê sê zaroka ye.

 

Sala 1985ê di temenê 16 saliyê de bûye Pêşmerge.

 

Zanistên siyasî li zanîngeha Amerîkî ya Washingtonê xwendiye.

 

Bawernameya Masterê di warê aştiyê û çareserkirina nakokiyan de wergirtiye.

 

Di kongreya 12î ya  PDKê de sala 1999an bûye Endamê Serkirdetiya PDKê û her wê salê bûye Endamê Polîtbûroyê.

 

Sala 2010 di kongreya 13 a PDKê de dîsa weke Endamê Polîtbûroya PDKê hatiye hilbijartin.

 

Sala 2005an Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ava kiriye.

 

Di 8ê Tîrmeha 2012an de bûye Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê.

 

Serokê Fexrî yê Borda Zanîngeha Amerîkî ye li Duhokê.