Li Dêrikê piraniya rê û piran xerab bûne

Dêrik (Rûdaw) - Li Dêrika Rojavayê Kurdistanê piraniya rê û piran xerab bûne û ev yek jî bûye sedema bêzarbûna hemwelatî û ajokaran.

 

Şaredariya Dêrikê jî diyar dike ku 13 projeyên ji bo torên avê, avrêjê û qîrkirina rêyan amade ne û tê ragihandin ku qonaxa yekem a van projeyan birêve diçe û qonaxa duyem jî dê meha Îlonê destpê bike.

 

Ajakor Cîran Hesen jî ji Rûdawê re dibêje ew mehane nîvê mûçeyê ji bo çakkirina otomobîla xwe xerc dike û diyar dike, “Li navçeya me ji sedî 90ê rêyan xerab bûne. Ji ber rêyên xerab seyare jî têk diçin. Em neçar diminîn ku her tim biçin bo çêkirina seyareyên xwe. Rêyên gundan gelek xirabtir in. Rê neman e. Pêwistiya piraniya rêyên Dêrikê bi nûjenkirinê heye. Rewşa xizmetguzariyê gelekî xirab e , ev 15 sal in taxa me ya Xêrika  hatiye piştguhkirin.

 

Berpirsekî li Şaredariya Dêrikê jî dibêje, “Di qonaxa yekem de ji sedî 40ê rêyên xirab dê bên çêkirin. Qonaxa duyem jî meha Îlonê destpê dike û taybetî jêrxaneya bajêr, rê û çawaniya komkirina ava baranê ji bo kêmkirina fişarê li ser tora avê dê xebatên vê qonaxê bin.”

 

Li Dêrikê ji ber kevinbûna piran, hatinûçûna hejmareke zêde ya barhilgiran li ser rêyên ku kevin bûne û rêjeya barana zêde ya îsal, bûye sedem ku piraniya rêyên nava bajêr û derdora wê xerabtir bibin. Ev yek jî bûye sedema bêzarbûna hemwelatî û ajokarên deverê.