Konsulxaneya Fransayê ya li Hewlêrê: Baweriya me bi kabîneya nû heye

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulxaneya Giştî ya Fransayê ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û pîrozbahî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî û tevahiya kabîneya nû Herêma Kurdistanê kir.

 

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Konsulxaneya Giştî ya Fransayê ve hatiye belavkirin tê gotin “Baweriya me bi şiyana kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye ku di zûtirîn dem de bersiva çaverêyên xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê yên di warê kar, asayîş û xizmetguzarî de bide.”

 

Konsulxaneya Giştî ya Fransayê amaje bi wê yekê jî kir, “Em dizanin ku ev kabîneya nû, pêdagiriyê dike bo bilindkirina asta pêwendiyên guftûgoyên li gel Hikûmeta Federal a Iraqê û yekgirtina Herêma Kurdistanê. Ev jî merc in ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Bexdayê.”

 

Kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro li Parlamentoya Kurdistanê bawerî wergirt.

 

Mesrûr Barzanî bi dengê 88 parlamenteran bû Serokwezîrê Herêma Kurdistanê. Qubad Talebanî jî bi dengê 73 parlamenteran bû cîgirê serokwezîr. Tevahiya endamên kabîneya nû li parlamentoyê sonda yasayî xwar û bi awayekî fermî dest bi kar kirin.