Hewlêr (Rûdaw) - Ano Cewher Ebdulmesih Ebdoke ku îro di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de bi dengê 80 parlamenteran di Kabineya Nehem a Herêma Kurdistanê de wekî Wezîrê Guhestin û Gihandinê bawername wergirt, li ser Încîla şewîtî ya ji destê DAIŞê rizgarbûyî sonda yasayî xwar. Ano Cewher Ebdulmesih Ebdoke dibêje ku ew dixwaza ji bo hemû welatên cîhanê re bide xuyandin, ku ew wek kristiyan li welatê xwe mane.
Îro Çarşemê (10.07.2019) Parlamentoya Kurdistanê ji bo baweriya wezîrên Kabineya Nehem a Herêma Kurdistanê civiya.
Wezîrê Guhestin û Gihandinê Ano Cewher Ebdulmesih Ebdoke jî di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de bi zimanê xwe û li ser Încîla şewîtî ya ji destê DAIŞê rizgarbûyî sonda yasayî xwar.
Ano Cewher Ebdulmesih Ebdoke berê sonda yasayî bixwe ji Rûdawê re got: “Ez dê sond li ser vê Incîlê bixwim, ku dîl bû li cem DAIŞê. Ez dixwazim peyameke bidim hemû kristiyanan ku îro ciwanekî kristiyan, sond li ser vê Încîlê dixwe û dê nûneratiya wan li mezintirîn dezgehên teşriyî li Herêma Kurdistanê bike. Ez dixwazim ji bo hemû welatên cîhanê bêjim, ku em wek kristiyan li welatê xwe mane.”
Încîla ku Ebdoke li ser sond xwarî li ba kristiyanan giranbuha ye buhayê wê di bazarên reş de ji milyon dolaran zêdetir e, û dîroka wê vedigere berî 500 salan.
Sondxwarina li ser Încîla şewîtî watayên pir xweş û binirx di dilê krstiyanên Herêma Kurdistanê û Iraqê de geş dike, mizgîniya berdewamî û xweragiriya kristiyanan li welatê bav û bapîran dide.
Ji Kenîseya Mûsilê Nebîl Polis Metî dibêje: “Kesekî ku wê sondê li ser vê Încîlê bixwe li cem me wek dawet e, rojek dîrokî ye ji ber ku ev Încîl belgekirina nasnameya me ya kristiyanî ye, herwiha belgekirina nasnameya bav û bapîrên me ye, ew kesên ku vê yekê gihandine me.”
Kristiyanên Deşta Neynewa nêzîkî ji sedî 35 vegeriyan gundawarên xwe, yên din jî beşek li Herêma Kurdistanê dimînin û beşek jî ji deverê bi yek carî bar kirin, lê niha sondxwarina li ser Încîla şewitî hêviyên kristîyanan bi jiyan û mabûnê vedijîne.
Ji Kenîseya Mar Gorgîs li Mûsilê Dawûdfîros Mesûd Refo jî got: “Bav û bapîrên me li vir bûn, ji ber vê yekê em daxwaz ji malbatên me yên koçber li Libnan, Tirkiyê û Urdinê dikin ku vegerin navçe û bajarokên xwe. Çimkî dîroka me li vir e. Em dikarin vegerin û bi alîkariya xêrxwazan van kenîseyan nûjenbikin û ji berî baştir bikin.”
Piştî 2003 nêzîkî ji sedî 90 ji kristiyanên Iraqê, li Herêma Kurdistanê dijîn. Tirsa kristiyanan ji wê yekê heye ku rojekê ji rojan weke cihûyan hebûna wan li Iraqê nemîne. Xelkê krîstiyan bi tenê hebûna xwe li Herêma Kurdistanê diparêzin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse