Li Hesekê kirîn û firotina xaniyan gelek kêm bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê weke, bajar û bajarokên din ên Rojavayê Kurdistanê kerta avakirinê çalak e û geş bûye, lê kirîna xaniyan berovajî Qamişlo, Amûdê û Dêrikê, li bajarê Hesekê gelekî kêm e.

 

Xelk gazinan dikin û dibêjin, ji ber lawazbûna kerta xizmetguzariyê li bajarê Hesekê, xwesta kirîna xaniyan li bajar tune ye.

 

Belênderekî bajarê Hesekê yê bi navê Dilgeş Yûsiv dibêje, tevî ku xanî û apartmanên (şuqe) wan bi 4 û 5 milyonan ji yên Qamişlo û Amûdê erzantir in, lê ji ber nebûna xizmetguzariyê, firotina xaniyan li bajarê Hesekê kêm e.

 

Rewşa xizmetguzariyê piştî sala 2011an gelekî têkçûye, bi awayekî ku pêdîviya piraniya, cade, kolan û sîstema avrêjiyê bi nûjenkirinê heye, lê ew yek jî bi lawazî tê kirin.

 

Li kolanên bajarê hesekê piraniya xanî û şuqe wek heykel têne dîtin, xanî tên avakirin, lê tu kesek wan nakire.

 

Xwediyên ofîsên xanûberan jî dibêjin xelk li rihitiyê digerin, ji ber vê yekê eger cade toz û xerabe be, bêguman tu kes xaniyên li ser wan cadeyan nakire.

 

Ehmed Abê ku li Hesekê xwediyê navendeke bazirganiya xanûberan e, heman gazinan dike û dibêje, ji ber xirabiya rewşa xizmetguzariyê tevgera kirîn û firotina xaniyan kêm e.

 

Li bajarê Hesekê 3 şarederiyên ser bi Rêveberiya Xweser ve hene. Ew dibêjin, ew li gor şiyanên xwe xizmetguzariyê pêşkêş dikin.

 

Cîgirê Hevserokatiya Şaredariya Rojhilatê Hesekê, Alçî Xalid jî dibêje, Rêveberiya Xweser nih ji rewşa şer derketiye, û pêdîviya wan bi demê heye, heya pirojeyên xwe cîbicî bikin.

 

Piştî qedexekirina çend salan ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, di sal 2011an de careke din û bi awayekî bilez tevgera di kerta avakirinê li Rojavayê Kurdistanê de destpê kiribû, di heman demê de jî kirîn û firotin bi awayekî çalak hebû, lê ev yek jî girêdayî wê yekê ye, ku çiqas xizmetguzarî li bajaran tê pêşkêşkirin.