ENKS bi 3 astan di amadekirina destûra Sûriyê de beşdar dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Heta niha tevgera aliyên navdewletî û opozisyon û hikûmeta sûrî, ji bo damezrandina Komîteya Destûra Sûriyê berdewam e. Tê gotin, ku ENKS dê bi 3 astan beşdarî di komîteya amadekirina destûra nû ya Sûriyê de bike.

 

Ji bo vê yekê jî, hikûmetê û Îtîlafê lîstên navên kandîdên xwe radestî nûnerê navdeweltî Staffan de Mistura kiriye. Lê hêj lîsta taybet bi Neteweyên Yekbûyî nehatiye amadekirin û ragihandin.

 

Derbarê vê mijarê, hevkarê me Xalid Cemîl Mihemed Vîdyowallek amade kiriye, ku têde behsa nûtirîn hûrgiliyên amadekariyên damezrandina Komîteya Destûrê dike.

 

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê nûnerê Neteweyên Yekbûyî ve hatine ragihandin, 3 lîstên navên kandîdan, ji bo Komîteya Destûra Sûriyê hene û 150 nav dê ji her sê lîstan bêne kandîdkirin.


Li gorî wan zanyariyan, lîsta Hikûmeta Sûrî ji 50 navan, lîsta Desteya Danûstandkar a Opozisyona Sûrî ji 50 navan û lîsta Neteweyên Yekbûyî jî ji 50 navan pêk tê, ku ew jî yên Neteweyên Yekbûyî û dewletên garantor in.


Herwiha çend dewletên pêwendîdar, weke Tirkiye, Rûsya, Îran, Amerîk, Siûdiyê, Misr û hinek aliyên din jî di nav de hene.

 

Debarê aliyê kurdî de, heta niha bi fermî tenê behsa beşdarbûna ENKSê, tê kirin. ENKSê jî dê li ser 3 astan di Komîteya Destûrê de beşdar bibe, ku bi vî awayî dibe:

 

- Yekem: Nûnerk yan bêhtir ji ENKSê, di nav lîsta Desteya Danûstandkar de, dibine endam di komîteyê de.

- Duyem: Nûnrek yan bêhtir ji ENKSê, weke pêkhateyeke serbixwe, di komîteyê de beşdar dibin.

- Sêyem: Kandîdên ENKSê û kurdên derveyî ENKSê,  wê di nav lîsta Neteweyên Yekbûyî de jî beşdar bibin.

 

Ew kesên ne ji ENKSê, dê weke kesayetiyên serbixwe bin. Dibe ku nûnerk ji PYDê jî di nav de hebe.

 

Piştî ku lîsta Neteweyên Yekbûyî jî bihê amadekirin û ragihandin, dê dest bi damezrandina Komîteya Destûrê bê kirin. Tevaya endamên komîteyê dê 45 heta 47 yan 50 kesî be. Hêj ev mijar yekalî nebûye.


Herwiha dibe ku 6 heta 7 endamên ENKSê û aliyên din ên kurdî, di nav komîteyê de hebin. Tevî ku heta niha navên lîstan û hejmara kandînê ENKSê eşkere nebûne, lê egera wê yekê heye ku 1 yan 2 kandîdên ENKSê di nav lîsta Desteya Danûstandkar de hebin.


ENKS weke pêkhateyeke serbixwe jî, bi kêmanî dê 1 kandîdê wê hebe. Ji ENKSê û kesên serbixwe jî, tê pêşbînîkirin ku 1 yan 2 kandîdên kurd, di nav lîsta Neteweyên Yekbûyî de hebin.