COLEMÊRG - Li dijî baregeha leşkerî êriş

Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistanê navçeya Çelê ya Colemêrgê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrişî baregeha leşkerî ya Tirkiyê kirin. Di encama êrişê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn.

 

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Colemêrgê li navçeya Çelê ya bajarê Colemêrgê li dijî baregeha leşkerî ya sînor ji aliyê gerîlayên PKKê ve, bi hawanan êriş hatiye kirin.

 

Di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin, ku di encama êrişê de leşkerekî jiyana xwe ji dest daye û 2 leşker jî birîndar bûne.

 

Leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ku operasyonên leşkerî didomin.