Meymûnên avê li qontara Çiyayê Agiriyê bicih bûn

10-07-2017
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Meymûnên Avê Îdir Çiyayê Agirî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Meymûnên avê yên ku tê texmînkirin ji Rûsya û Ermenistanê dan ser şopa robaran û hatin Îdirê, li Parka Neteweyî ya li pêşa Çiyayê Agiriyê ku wekî "Baniyê Tirkiyeyê" tê pênasekirin, bicih bûn.

 

Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê, ku ji aliyê Îdirê ve li pêşiya bilindtirîn çiyayê Kurdistanê dimîne, mazûvaniya meymûnên avê dike.

 

Li herêma ku bi hezaran donim xaka avedaniyê jî di nav xwe de dihewîne, êdî meymûnên avê tên dîtin.

 

Tê texmînkirin van meymûnan ji welatên cîran dane ser şopa robaran û hatine.

 

Meymûnên avê li devera ku qamûş lê hene û kûrahiya wê cî ciyan zêde dibe, dijîn. Dema ku mirov tên serdana vê derê, meymûn di kûrahiya avê de xwe berdidin xwarê û herwiha di nava qamûşan da xwe vedişêrin.

 

Rêveberê Karên Çandin û Avdaniya Îdirê Mete Trukoglu got, ku ev cure meymûnan li welatên Amerîkaya Latîn, Şîlî, Arjantînê di kêlgehan de dijîn. Ew ji bo postên wan tên xwedîkirin.

 

Trukoglu diyar kir, ku ev cure meymûnan dişibin mişkan, nêrên wan 8 û mêyên wan jî 5 kîlogiram in, hersal 4 heta 5 çêjikan tînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst