FLAŞ - Ji bo kujerê Mîna ya 18 mehî biryara îdamê

Duhok (Rûdaw) – Dadgeha Tawanan a Duhokê derbarê kujerê Mîna Mêvan a 18 mehî de biryara îdamê da.

 

Rêveberê Polîsên Duhokê Lîwa Tariq Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku Dadgeha Tawanan a Dûhokê derbarê gencê 22 salî (E.H) ku bi tometa revandin, destdirêjî û kuştina zarokekê dihate tawanbarkirin, cezayê îdamê birî.  

 

Tawanbar E.H di meha Hezîranê de zaroka 18 mehî Mîna Mêvan ji navenda Duhokê revandibû û li gundê Beraşê kuştibû. Piştî 10 rojan termê Mîna hatibû dîtin. Di encama pêdaçûn û lêkolînên polîsên Duhokê, tawanbar E.H hatibû girtin û mikur li tawana xwe anî bû.

 

Di dema wendabûna Mîna de xelkê Duhokê jî ji bo peydakirina wê hewlek mezin dabû. Piştî peydakirina termê wê, bavê Mînayê bi rêya Rûdawê bang li Serokê Herêmaa Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribû ku Mîna weke neviyê xwe bibîne û tawanbar bigehe cezayê xwe.

 

Serokê Herêma Kurdistanê jî bi telefonê li gel malbatê axivî bû û soza pêdaçûna dosyayê dabû.

 

Piştî ku tawanbar sûcê xwe eşkere kir û derket holê ku Mîna bi kuştî di çalekê li gundê Beraşe ye, ku bavê Mîna jî ji vî gundî ye, xelkê gund xwestin ew mala ku tawanbar tê de ye, hilweşînin.

 

Roja 29ê Hezîranê Endamê Civata Gundê Beraşê Ebd Fazil Beraşî ji Rûdawê re ragihandibû ku ji ber ku di wê xaniyê de tawanek wiha yê dij mirovahiyê hatiye kirin, civata gund bi hev re biryar dane ku wê xaniyê hilweşînin û kesûkarên tawanbar jî qerebû bikin da ku ew jî mexdûr nebin.