Sera bizinekê 2 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li nahyeya Hîran a navçeya Şeqlawa ya Hewlêrê, ji ber bizinekê di navbera 2 malbatan de aloziyê rûda û 2 kes hatin kuştin.

 

Li gor agahiyên gehiştine destê Rûdawê bûyer duh bi şev li gundê Bîrokanî ya nahyeya Hîranê pêk hat.

 

Hate znaîn ku ji ber biziken wenda di navbera 2 malbatan de gengeşiyê rûda.

 

Terbarê mijarê de yek ji şahidê bûyerê Semîr Gazî ji bo Rûdawê got:

 

“Xelkê gund di destpêka gengeşiyê de ketin navberê û herdu malbat aşkirin. Lê piştî demek kurt endamê malbatekê ji aliyê malbata din ve hate birîndarkirin. Di dema veguhestina birîdar de jî pevçûn derket û 2 kes hatine kuştin.”

 

Qaymiqamê Şeqlawa Rizgar Hesen Nasir jî ji Rudawê re ragihand ku bûyer di encama nîqaşekê de çêbûye.

 

Di vê navnerê de hate zanîn ku bizina wenda jî hatiye peydakirin.