Partiya Komunîst raya rewşenbîr û xelkê digre

10-07-2016
RÛDAW
Nîşan Partiya Komunîst a Kurdistanê Ebû Karwan Kongre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) Biryare îsal Partiya Komunîst a Kurdistanê 6emîn kongreya xwe saz bikin. Ji bo vê armancê, partiyê ji bo wergirtina nêrîn û raya gel û rewşenbîran, raporên xwe belav kir.

 

Endamê Polîtbûroya Partiya Komunîst a Kurdistanê Ebû Karwan ji Rûdawê re ragihand ku ji bo sazkirina kongreyê hemû amadekarî hatine kirin lê hê jî roja sazkirina kongreyê ne diyar e.

 

Ebû Karwan got:

 

“Ji binî heta serî hilbijartin hatine kirin. Reşnivîsa rapora siyasî, peyrewa navxwe û benameya partiyê li ser rewşenbîran û xelkê hatiye belavkirin da ku guftûgo li ser bê kirin û pêşniyaz bên wergirtin.”

 

Ev çend sal in Kemal Şakir sekreterê giştî yê Partiya Komunîstan e. Derbarê guhertina sekreteriya giştî de jî Ebû Karwan diyar kir ku heta niha ti kesî/ê xwe ji bo sekreteriya partiyê namzet nîşan nedaye.

 

Partiya Komunîst a Kurdistanê di  30ê Hezîrana sala 1993ê hate damezrandin. Partî beriya vê pêvajoyê baskê Herêma Kurdistanê ya Partiya Komunîst a Iraqê bû.

 

Ji dema hatiye damezrandin heta niha Omer Şêx Elî, Kerîm Ehmed û paşî Kemal Şakir erkê sekreteriya giştî ya vê partiyê birêvebirin.

 

Niha li Parlamentoya Kurdistanê kursiyekê Partiya Komunîst a Kurdistanê heye û navê koma vê partiyê jî “freaksiyona azadî” ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst