Li Urmiyeyê qeza: 4 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Balanîşê yê Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê di qezayekê de 4 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, qezayê şeva borî derengê şevê rû daye.

Birêvebirê Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Urmiyeyê Ferzîn Rezazade ragihand ku otomobîlek derbasî xeta aliyê din bûye û li otomobîla ku ji miqabil ve tê xistiye.

Her 4 kesên di her du otomobîlan de ku 2 ji wan jin û 2 jî mêr bûne li cihê qezayê mirine.

Ferzîn Rezazade da zanîn ku termên her 4 kesan radestî polîsên herêmê hatine kirin.