ÊLIH – Zarokê 10 salî bûye rojev: ‘Ez dê çawa bizewicim?’

10-06-2024
Nîşan Êlih Zarok Bihabûn Zewac Rojev
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Êliha Bakurê Kurdistanê zarokekî 10 salî gazin ji bihabûna zêde kirin û gotinên wî li ser torên civakî bûn rojev.

Li Êlihê zarokekî 10 salî di roportajên kolanan ên “Batman Sonsoz Gazetesi”yê de axivî û gotinên wî di demeke kurt de li ser torên medyaya civakî bûn rojev.

Zarokê 10 salî gazin ji bihabûna zêde kirin û got, “Niha ku mezin bûn ez dê çawa bizewicim? Dolar niha 30 lîre ye, dê bibe 100 lîre.”

Wî zarokî diyar kir ku bihabûn bandorê li jiyana wan jî dike û ew nikarin bi dilê xwe bigerin.

“Ez dê çawa bizewicim”

Zarokê 10 salî li ser bihabûna zêde hinek mînak jî dan û wiha axivî:

“Niha ku mezin bûn ez dê çawa bizewicim? Dolar niha 30 lîre ye, dê bibe 100 lîre.

Wê demê ez dê çawa bijîm, ez dê çawa bizewicim.

“Li vî welatî tu nikarî bizewicî”

Lazim e em firaxên nava malê jî bikirin. Li vî welatî tu nikarî bizewicî.

Ez rast dibêjim, aborî gelekî xerab e. Ev bandorê li me jî dike.

Berê eskîmoyek bi 500 quruşî bû niha bi 2 lîreyan e. Her tişt biha bûye.

“Ma ka ez dikarim bigerim?”

Min go ez dê qeşaşîrekê bikirim, dibêje 20 lîre. Tê bîra min, berê bi 5 lîreyan bû.

Bavê min dibêje ji xwe re bigere. Ma ka ez dikarim bigerim? Na.

Dema em biçûk bûn me karîbû em her tiştî bikirin, her tişt gelekî erzan bû lê niha çi bûye?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst