Li Wanê 18 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hefteya borî 18 kes bi “hinceta PKKyê” hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 3 û 9ê Hezîranê de bi hinceta “rêlibergirtina çalakiyên rêxistinê” operasyon hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di van operasyonan de 18 kes hatine desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.