Deriyê Sêmalkayê Cejna Qurbanê tê girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê yê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de Cejna Qurbanê tê girtin.

Rêveberiya Deriyê Sêmalka rojên betlaneya Cejna Qurbanê diyar kirin.

Deriyê Sêmalkayê dê çar rojan girtî bimîne.

Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê Cejna Qurbanê li tevahî cîhana Îslamî pîroz kir û got:

"Betlaneya cejnê li beşa mirovî/peywendî/ ji roja Yekşemê (16.6.2024) dest pê dike û roja Pêncşemê (20.6.2024) bi dawî dibe.

Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê herwiha da zanîn ku roja şemiyê wate 15ê Hezîranê dê xebata li beşa têkiliyên derbasbûna rêwiyan bi awayî asayî berdewam bike.